'Min bi peykeran eş û berxwedana gelê xwe anî ziman' 2020-08-30 09:13:52   Lîlav Elî    ŞEHBA - Fatme Mihemed bi çêkirina peykeran re mijûl dibe dixweze bi navê "Efrîn bang li me dike" pêşangehek veke û got: "Ez ji Efrînê me êşa gelê min, êşa min e. Min êş û berxwedana gelê xwe bi çêkirina peykaran anî ziman."    Bi hunerê re hemû hest, xeyal û hizrên ku di hundirê mirovan de hatine veşartin derdikevin pêş. Gelek cureyên hunerê hene û yek jî van çêkirina peykeran e. Fatme Mihemed 17 salî ye û xelkê gundê Kirkû ya girêdayî navçeyê Mabeta Herêma Efrînê ye. Fatme bi çêkirina peykeran mijûl dibe û hest û ramanê xwe bi peykaran tîne ziman.    Fatme, destnîşan kir ku nîgarkirina ku di demên kevnar de li ser dîwaran dihatin çêkirin bi derbasbûna demê re gihaşt asta çêkirina peykeran û got: “Wek hemû cûreyên hunerê, hunera çêkirina peykeran di nava civakan de li pêş ketiye. Nêzî  4 hezar û 500 sal berî zayînê, hunera çêkirina peykeran derketiye holê û heta îro jî didome. Li Efrînê ez bi wênesaziyê ne mijûl dibûm û min hewl dida ku xwe li pêş bixim. Piştî ku em ji Efrînê derketin min xwest ez êş, zehmetî, sekn û berxwedana gelê xwe bi hunera xwe bînim ziman. Min li vir dest bi çêkirina peykeran kir."   'Her hunerek zimanek e'   Fatme di berdewamiya axaftina xwe de girêdana xwe ya hunera nîgarkirinê wiha anî ziman: "Her huner bi hev re girêdayî ye wekî muzîk, stran, wênexêz ve girêdayî hev in. Huner hestên ku di hundirê mirov de tên jiyîn e û ji ber vê yekê jî her hunerek zimanek e. Çêkirina peyker û nîgarkirina wê hunereke şêwekariyê ye. Armanca min ji çêkirina peykeran ew e qêrîna berxwedan û êşa gelê xwe ji tevahî cîhanê re raghînim.”   'Ez li ser kaxezan plansaziyê dikim'    Fatme wiha behsa çêkirina peykeran kir: "Ji bo peyker bi awayekî rast bê çêkirin, li ser kaxezan xêz dikim û piştire jî ez dest bi çêkirina peykerê dikim. Dema ez peykerê çêdikin bi çimentoya reş lêdikim, piştre jî cebsîna spî jî dikeve nava çêkirina wê de. Dema rojek derbas dibe bi pela qizêzî rast dikim. Tevî kêmbûna alav û amûrên jî ez hewil didim ku hunera xwe li pêş bixim. Dixwazin peykerên bi bandor derxim holê."   'Ez ê pêşangehek vekim'    Fatme wiha behsa armancên xwe kir: "Ez ji Efrînê me ji ber ku êşa di dilê gelê min de heman êşa di dilê min dijî, ji bo berxwedana gelê xwe nîşan bidin min dest bi çêkirina peykeran kir. Peykerên ku ez çêdikim ber bi xilasbûnê ve diçe. Piştre ez ê pêşengeha bi navê ‘Efrîn bang li me dike’ vekim û berhemên xwe li vir pêşkeşî gelê xwe bikim."