Amadekariya Mîhrîcana Jinan a Zîlanê didome 2019-06-01 17:32:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 15’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan dê 22'ê hezîrranê li Elmanyayê bê lidarxistin. Ji bo mîhrîcanê bernameyeke dewlemend hat amadekirin.    Li ser banga Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) û Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanya (YJKE) li bajarê Koln ê Elmanyayê bi tevlîbûna bi dehan jinan xwe ji bo 15’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan a ku wê 22’yê Hezîranê bê lidarxistin, amade dikin.   Jinên ku bi banga CENÎ û YJKE’yê li Kolnê kom bûn, amadekariyên mîhrîcanê nirxandin. Civîna ku ji hemû eyaletên Elmanyayê nûnerek tevlî bû, jinên Êzidî û Elewî jî cihê xwe di civînê de girtin. Rojeva sereke ya mîhrîcanê greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû. Her wiha li gel tevlîbûna gelek saziyan, rêxistinên jinan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sendîkaya karkerên Elman, parlementerên Elman û Ewropî jî wê cihê xwe têde bigirin.   Di mîhrîcanê de ji bo zarokan jî amadekarî tên kirin. Her wiha gelek hunermend tevlî çalakiyê dibin. Mîhrîcan xwedî bernameyeke dewlemend e. Cara yekem wê di festîvala îsal de cih ji bo xwarinên herêmî bê dayîn. Xwarinên Rojava, Rojhilat, Elmanî, Gurgum, Mêrdîn, Dersim-Kerboran, Serhat û Riha jî bên pêşkêşkirin.