'Parastina çandê parastina nasnameya mirov e' 2019-02-10 09:02:09   Rûken Goman    DÊRIK - Jina Koçer a bi navê Stîyê Mustefa bi salan e ku bi keda destên xwe merşan çê dike û dibêje heta emrê wê hebe ew ê dev ji çêkirina merşan bernede.    Jina Koçer a bi navê Stîyê Mustefa ya 40 salî û ji Gundê Girzîro yê Dêrika Rojava ye, derbarê çêkirina merşan a bi keda destan anî ziman ku ew bi vê yekê parastina çanda xwe dike û got:"Parastina çandê parastina nasnameya mirov e.  Ji bo ku ev çand winda ne be her ez ê bidim jiyandin."   'Min odeyek ji bo xebata xwe veqetandiye'   Stîyê da zanîn ku dema ew bi keda destên xwe merşa çê dike gelek bextewar dibe û got:"Min ji bo xwe odeyek veqetandiye û ez karê xwe li wir dikim. Dema ez zarok bûm ez ji dayika xwe hînî çêkirina merşan bûm. Ji ber ku ev çand niha kêm bûye dixwazim lê xwedî derkevim û dewam bikim."    'Parastina çandê parastina nasnameya mirov e'    Stîyê bal kişand ser girîngiya keda destan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ev karekî zehmet e, jê re sebir lazim e. Keda destan girîng e. Jinên Kurd bi keda destên xwe jiyanê diafirînin. Parastina çandê parastina nasnameya mirov e.  Ji bo ku ev çand winda ne be her ez ê bidim jiyandin."