Bi serdana Şanaz Îbrahîm Ahmet re peyama ku hat dayîn 2025-02-25 09:05:30   Melek Avci   ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya li Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anîn û serdana taybet bi Şanaz Îbrahîm Ahmet re pêk hat. Di hevdîtinan de peyama ku para jinan ket jî di afirandina aştî û azadiyê de rol girtin bû.    Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28'ê Kanûnê de yekemîn pêwendiya siyasî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kiribûn û piştre bi partiyên siyasî re hevdîtin kiribûn û fikrên Abdullah Ocalan ji raya giştî re vegotin. Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê di 22'yê Çileyê de piştî ku yekem gera xwe ya siyasî li Tirkiyê bidawî kir, careke din ji bo hevdîtinê serdanek din kir.    Di civîna duyemîn a li Îmraliyê de rayedarên DEM Partiyê tekez kirin ku Abdullah Ocalan xwe ji bo çareseriya dîrokî amade dike û ev çareseriya dîrokî tekane çareserî ye ku Tirkiye, Iraq, Sûriye û heta Îranê jî ji xitimandinê rizgar dike. Li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan ku amadekariya çareseriya çar parçeyên Kurdistanê dikir, Heyeta Îmraliyê di navbera 16-19’ê Sibatê de çû Başûrê Kurdistanê û rêze hevdîtin pêk anîn.    Di muzakereyan de jin...     Tevî ku ez yek ji wan navên ku peywendiyên heyetê dişopandim jî, endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û parlementera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit bi tevahî sê jin bûn. Ligel di dîrokê de barê herî giran li ser milê jinan bû jî, di muzakereyên ku pêk tên de ji bilî endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît tenê du jin di nava şandeyê de cih girtibû, ev yek cihê rexneyê ye. Bi heman awayî pêşwazîya me jî ji hêla mêran ve hat kirin. Ji roja ewil em ji Deriyê Sînor ê Xabûrê û ji Deriyê Sînor ê Îbrahîm Halîl ketin û heta roja dawiyê li bajaran li gelek qadan kêmbûna nûnertiya jinan li ber çavan bû. hebû. Di hevdîtinên siyasî, di protokolên PDK'ê de tenê jinek û di daxuyaniya çapemeniyan de jî tenê 2 pêşkeşvanên jin hebû.   Jinên başûrî di dîrokê de xwedî li têkoşînê ne    Rawestgeha me ya yekem Hewlêr bû, li navenda bajarê Hewlêrê çend jin hebû û her wiha di serdana kela dîrokî ya Hewlêrê de jî geştyar çend jin hebûn. Nenaskirina tevna bajêr û pêşbaziya wênekêşandinê wan geştiyarên jin dida der. Helbet ne mimkûn e ku ew ji polîtîkaya derve ya ku bi salan e bi dewleta Tirk, bi polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinan û bandora Iraqê bi bandor nebe. Bi nêrîneke pir zelal a bajêr, me dît ku tovên ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd û Şoreşa Jinên Rojava ve hatine çandin, ji aliyê PDK'ê ve nehiştin ku li bajêr belav bibin. Ji ber ku dema em li dîrokê dinêrin pêvajoyeke ku bi polîtîkayên mîna AKP’ê hatiye meşandin, dibînin. Dema ku di serdemên destpêkê yên Parlamentoya Kurdistanê de li gorî îro meseleya avahiyeke demokratîktir bû, bi demê re, bi serdemên ku PDK'ê dest danî ser deshilatê, piraniya mafên bidestxistî paşve hatin stendin.   Tevî ku jinên Başûrê Kurdistanê ku di dîrokê de xwedî têkoşîneke kûr in, weke kesayetên ku di her qadê de pêşengiya civakê kirine û bedelên mezin dane jî. Lê dema ku min di serdana xwe de li bajarê Hewlêrê mêze kir û dînamîkên cuda li Silêmanî hatin li pêş min. Gotina Nagîhan Akarsel "Li Başûrê damar û çanda jinê ya gelekî xurt heye, lê mixabin ev damarên berê di destê desthilatdariya siyasî de hatiye tunekirin" tê bîra min.    Qadên siyasî ji jinan re hatiye girtin     Ji ber ku di serdana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesûr Barzanî de û heta dema mazûvaniya Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, ku tenê di warê nûneratiya siyasî de û di ofîsên wan de hatin pêşwazîkirin, me nedît jinek li ser asta siyasî û di tu waran de bi heyeta xwe re kar bike nîne. Di her 4 serdanê de helwêsta îdeolojîk çi dibe bila bibe, di çarçeweya me de yan jî di paşerojê de nebûna jineke bi tenê sîstemeke mezin a mêraniyê derdixe holê. Zêdebûna tepisandin û tinekirina tevgera jinê ku xwedî nasnameyeke siyasî ya pir xurt û gelek kanalên xewdîkirina  îdeolojîk e, ji bo hemû jinên li Başûr dijîn hişyariyeke lezgîn e. Hema bêje ne mimkûn e ku ji bo jinan siyaset bê temsîlkirin. Em bi zelalî dibînin ku PDK’e ku ev 32 sal in nêzî ji sedî 90’ê herêmê li Başûrê Kurdistanê girtiye, li ser esasê xanedantî û eşîrtiyê, bi baviksalarî ve girêdayî ye, qada siyasî ji jinan re girtiye.   Meşandina pergala mêrantiyê   Her çend di dema serdanê de rûbirûbûna jinan nebaş be jî, em li cihekî rûdinin û bêhna xwe bistînin, li bajarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî ligel me ye û di roja duyemîn de kela dîrokî ya Hewlêrê ku niha di bin restorasyonê de ye nîşanî me dide. Dema em difikirîn ku walî li dora yek ji beşên cuda yên kelehê nîşanî me dide, jineke bi cil û bergên kurdî ji nişka ve silavê dide me. Dema em têkevin hundir, avahiya dîrokî ku ji hewşek mezin û 4 odeyên cihê pêk tê, di her odeyekê de hunereke cuda derdixe holê. Skeçên ku risman lê hatine çêkirin, odeyeke ku porselen û seramîk tê de hatine pêşandan û odeyên ku bi motîfên kurdî yên rûniştinê hatine çêkirin. Jinê diyar kir ku di nava kela dîrokî de qadeke bi vî rengî ya li ser keda jinê hatiye avakirin, diyar kir ku di her odeyekê de keda destan a cuda tê çêkirin û di her odeyekê de jinek dixebitî. Wê diyar kir ku wê risman jî çêkirine û hewl daye çanda li vir bi destên jinan bidomîne. Her çend ku parastina çandê û çêkirina van bi destên jinan di nihêrîna pêşîn de me kêfxweş dike ku jin di jiyana civakî de dibînin, lê rastiya ku jin bi keda destan di nav dabeşkirina rola pergala mêraniyê de xuya dike, rolên çewisandinî yên "jinîtiyê" jî anî bîra me.   Taybetmentiya Hewlêr û Silêmaniyê...     Tevî ku nûnertiya jinan û awayê hebûna wan di jiyana civakî de hem ji bo Hewlêr û hem jî ji bo Silêmanî yek e, lê li gorî çavdêriyên min di hevdîtina Serokê YNK'ê Bafîl Talebanî û Qubat Talebanî de nûnera jin jî li ser maseyê hebû. Berevajî têkiliyên siyasî yên li Hewlerê, ji ber ku di nav rayedarên ku mazûvaniya heyetê dikin de karmendek jin hebû, ferqek derxist holê. Her wiha Silêmanî herêmek xuya dike ku Tevgera Jinên Kurd tê de rolek çalaktir tê de cih digire. Tevî ku rêxistinên jinan ên weke Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) hene ku li ser xeta jina azad dixebitin jî, ev sazî di xebata li derveyî sînorên desthilatdariya siyasî de zehmetiyan dikşînin. Helbet nêzîkbûna YNK’ê ya bi Rojava re û têgihiştina şaş a azadiyê, di şexsê Talebanî de beriya her tiştî di aliyê bîrdozî de bandor li jinan kir. Em fêm dikin ku şerê taybet ê li dijî bedena jinê hem li Silêmanî û hem jî li Hewlerê. Ji gotina yekî ya ku bi me re digeriya "Hemû ciwanên me bi botoks in, ji ber emeliyata estetik a li ser rûyê wan êdî rûyê wan nayê naskirin." em rewşa heyî fêm dikin. Li gel hedefgirtina jinan gel dîsa li dijî têkçûnê rêya rizgariyê digerin.    Hevdîtina bi Şanaz Îbrahim Ehmet re    Di 4 serdanên Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ya Başûr de ji bo gihandina xebatên çareseriya ku Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê daye destpêkirin û bandorê li her çar parçeyan bike de, kesayetên mêr jî hebûn. Lê belê her çiqas di çarçoveya têkiliyên siyasî de nehate diyarkirin jî, Abdullah Ocalan diyar kir ku şande wê bi taybetî bi endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ahmet re hevdîtinê bike.   Şanaz Îbrahîm Ahmet her çend wekî xwişka xwe Hêro beşdarî berxwedana çekdarî ya li dijî Seddam Huseyn nebû jî, bi komkirina drav, lobî, bilindkirina hişyariya navneteweyî û organîzekirina mîtîngên siyasî, di nav hewldanên li derveyî welat de cih girt. Piştî serhildana sala 1991'ê, Şerê 1'em a Kendavê û cezayên li ser Iraqê hatin sepandin, Şanaz bi xwişka xwe Hêro Îbrahîm Ehmed re rêxistina nehikûmî Kurdistan Save the Children (KSC) ava kir.     Ji bo aştiyê pêşengtiya jinan    Dema em li xalên girîng ên serdanên îro dinêrin, silavên taybet ên Abdullah Ocalan û daxwaza wî ya ji bo lidarxistina vê hevdîtinê di vê pêvajoyê de, li dijî têkbirîna xebatên jinan û têkbirina rêxistinbûna jinan di jiyana civakî û nûnertiya siyasî de, careke din derdixe holê ku ew girîngiyê dide rola jinan di aştiya ku dê were avakirin de. Di vê serdanê de Şanaz Îbrahîm Ahmet bi taybetî bang li jinan kir ku pêvajoya aştiyê xurttir hembêz bikin. Xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin û di hevdîtinan de nêrînên xwe yên li ser vê eksê anîn ziman. Îro jî pêşengiya jinan a ji bo aştî û çareseriyê li her çar parçeyan ji aliyê Îmraliyê ve bi vê serdanê careke din hate destnîşankirin.