ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2025'AN 2025-01-31 09:00:00     * Rojnameger Negîn Shîekholîslamî Vatanî balkişand ser zextên li Îran û Rojhilat û da zanîn ku Kurd li dijî zextan bûne yek û got: “Li girtîgehên Îranê 13 girtiyên Kurd yên siyasî cezayê darvekirinê li wan hatine birîn. Tişta ku komara îslamî ber bi tundiyê ve dibe, nêrîna îdeolojîk, zîhniyet û felsefeya wan e.”   * Cihê jinê di jiyana civakî ya Rojava de li ser esasê azadiya jinê ku yek ji rêgezên herî girîng ên konfederalîzma demokratîk e, hatiye avakirin. Jin di jiyana siyasî û civakî de bi awayekî aktîf cih digirin û ev yek di sîstema hevserokatiyê ya rêveberiyên herêmî de cih digire. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Di van rojên ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de AKP gavê navêje. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2013’an de tespîta ‘Bêyî yekitiya Tirk-Kurd kes nikare bijî’ kir û nokteya ku çareseriya pirsgirêka Kurd lê ye nîşan dide.   * Endama ESP PM’ê Beyran Taşkiran êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Em li berxwedana Tişrînê dinêrin vê zelal dibînin. Gel tevî mirin û her cureyê êrîşê her tiştî didin ber çavan.” DÎMEN HEYE    * Jinên mexdûrên erdhejê yên di konteyniran de dimînin, diyar kirin ku qadên mirov bikaribin lê bijîn tune ne û ji ber polîtîka bêcezahiştinê tundî roj bi roj zêde dibe. BI DÎMEN    * Gelê ku bi salane bi polîtîka şer tê birêvebirin der barê daxwaza aştî û pêkanîna aştiyê de axivîn. Jinên ji ajansa me re axivîn  diyar kirin ku divê aştî pêk bê û gavên tên avêtin jî samîmî bin. BI DÎMEN